beylikdüzü escort beylikdüzü escort escort beylikdüzü beylikdüzü escort bayan beylikdüzü escort beylikdüzü escort

içerik yükleniyor...Yüklenme süresi bağlantı hızınıza bağlıdır!

Li Wanê KurdîWar hate vekirin !

Li Wanê Komelaya Nivîskar û Wêjekarên Kurd Ên Serhedê bi coş û tevlêbûne ka mezin hat vekirin..

Li Wanê KurdîWar hate vekirin !

 

 

Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Kurd ên Serhedê (KURDÎWAR) li navçeya Tûşbayê ya Wanê bi merasîmekê damezrandina xwe ragihand. Komeleyê ji bo hilbijartina hevserokan li avahiya xwe civînek li darxist û di encama civînê de nivîskar Qahir Bateyî û Elîf Gemîcîoglu Yavîç wek hevserokên demkî hatin hilbijartin. Hevserokên KURDÎWARê yên demkî beriya vekirina komeleyê axaftinek kirin. Piştî axaftinê Dayikên Aştiyê qûrdele birîn û avahiya KURDÎWARê hat vekirin.

‘Ev komele ji bo Serhedê pêngaveke nû ye’

Hevseroka KURDÎWARê ya Demkî Elîf Gemîcîoglu Yavîçê anî ziman ku armanca komeleya KURDÎWARê ew e ku bi wêjekar û nivîskaran re komxebatekê bikin û got: “Komeleya nîvîskar û wêjekarên Serhedê, pengavekê nû ye. Armanca me ew e ku em wêjekar, nivîskarên Serhedê di bin siwanekî de kom bibin, komxebatên xwe bi hev re bikin, hêzê bidine hevdu û xwedî li wêje û zimanê Kurdî derkevin. Ji bo wê em li benda her jinekê, ciwanekê/î, dayîkekê ne. Ji ber ku kaniya wêjeya me dayik in. Em li benda her kesekê, her Kurdekê/î ne, bên hêzê bidine wê komeleyê.”

‘Wêjeya Kurdî ya devkî xezîneyeke bêhempa ye’

Hevserokê KURDÎWARê Qahir Bateyî bi lêv kir ku nifşên nû grîngiyê nadin ziman û wêjeya Kurd û got: “Ew wêjeya me ya devkî xezîneyeke bêhempa ye, deryayeke bêbinî ye, lê mixabin îro bi mirina her pîremêrekî, pîrejinekê, rûspiyekî, parçeyek ji wê xezîneyê bi wan re diçe gorê. Divê em bikaribin wê xezîneyê biparêzin, em bikaribin hunera xwe, orf û edetên xwe yên Kurdewar, ruhiyeta Kurdî, ew çanda hezaran salan ku hatiye parastin, em ê bikaribin hîn bêtir pêş bixin, û ji niha pê de jî biparêzin. Ew hêviya me hemûyan e ku hûn me bi tenê nehêlin, piştgiriya me bikin.”

‘Divê li welatekî wêje û huner ji siyasetê bêtir bê axaftin’

Qahir Bateyî di dawiya axaftina xwe ji bo civakê de bal kişand ser girîngiya wêje û hunerê û axaftina xwe bi gotina Nietzsche ya “Heger ku di civakê de, di nava miletekî de, li welatekî, li hunerê û edebiyatê bêhtir siyaset bê axiftin, li wî welatî paşweçûyîn heye, ew welat li tebeqeya sêyemîn de ye, lê belê heger ku ji siyasetê bêhtir, huner û edebiyat bê axiftin, ew welat welatekî pêşketî ye, ew welat tebeqa yekem da ye, bi hêviya ku em hunera xwe pêş bixin, li welatê me li civaka me, ji siyasetê bêhtir huner bê axiftin, edebiyat bê axiftin.” bi dawî kir.

Çavkanî: Ajansa Welat

 

Tarih: 01-04-2026

FACEBOOK YORUM
Yorum